
Amerika ji bo girtina berpirsên bilind yên PKK 12 milyon dolar xelat dide. Di vê derbarê de malpera fermî ya Balyozxaneya Amerika li Tirkiye jî ev nûçe belav kiriye.
Alîkarê cîgirê Wezîrê Derve yê Amerikayê Matthew Palmer da zanîn ku, li gor biryara welatê wî 12 milyon dolar bo girtina serkirdeyên PKKê hatine terxan kirin, ew rêxistine bi rêxistineke terorîst binav kir.
Li gor biryarê 5 milyon dolar bo girtina Murat Karaylan, 4 milyon dolar bo girtina Cemîl Bayik û 3 milyon dolar jî bo Duran Kalkan terxan dike.