Polîtîk

Kurdistaniyan deng da avakirina Kurdistaneke bi hêz

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta  ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê peyamek belav kir û da xûyakirin ku, Kurdistaniyan deng da avakirina kurdistaneke bihêz.

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta ragihandina encamên fermî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir. Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: Encamên hilbijartinan derxist holê ku piraniya xelkê Kurdistanê piştgirî li hikûmeteke bihêz û seqamgîr bi serkirdatî û pêşengiya Partiya Demokrata Kurdistanê dikin. Encam weke dengdanê ji bo pêşkevtina seqamgîriyê dibînim. Bi dîtina PDKê, encam amaje ye ji bo niştîmanperwerî, xweragirî û hêviya bo pêşerojeke geş.

Di beşeke din a peyama xwe de, Nêçîrvan Barzanî daxwazekê ji hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike û dibêje: Daxwaz ji hemû aliyên siyasî dikim, ku bi rihekî aram û avaker ji bo parastina yekrêzî û tifaqê berdewam bin, dema ku em gotûbêjê li ser pêkanîna hikûmeta dahatî dikin.

Nêçîrvan Barzanî bal dikçînêli ser hin hewlên parçekirina Herêma Kurdistanê û dibêje: Em ji çend aliyan ve rastî milmilaniyan hatin, me xebat kir û em tûşî şaşiyan jî bûn, lê belê me yekgirtûyiya Herêma Kurdistanê parast, di demekê de ku xelkek hebûn ku hewl didan parçe parçe bikin. Me hevbeşiya xwe ya navdewletî bihêz kir, em di krîzeke aborî ya herî zehmet re derbas bûn, hêj jî em her di pêşkevtinê de ne. Kurdistaniyan roja 30ê Îlonê deng dane berdewambûna li ser vê pêşkevtinê.

Cîgirê Serokê PDKê di berdewamiya peyama xwe de spasiya xelkê Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Ez spasiya xelkê Kurdistanê dikim, ku zêdebarî pênc salên derbasbûyî yên gelek dijwar, hêj baweriya wan bi hikûmeta wan maye.”

Nêçîrvan Barzanî hilbijartinên roja 30ê Îlonê yên parlamentoya Kurdistanê weke “pêngaveke mezin bo pêşkevtina Herêma Kurdistanê” bi nav dike û dibêje: “Welatiyên serbilind û xoştevî, spasiya we dikim bo beşdarbûna we di proseyeke demokratîk û aştiyane de, di roja 30ê Îlonê de û bikaranîna mafê xwe yê dengdanê. Ev pêncemîn hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê ye, em herêmeke nû ne, hêj di qonaxa avakirina demokrasiyê de ne, ev hilbijartin jî pêngaveke mezin bû ber bi pêş ve.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi başbûna şerûmercên jiyanê li Herêma Kurdistanê dike û dide xuyakirin: “Şertûmercên jiyana me ber bi baştirbûnê ve diçe li Kurdistanê, lê belê hêj jî bi vî awayî nîne ku em dixwazin, yan hêjayî we be. Erkê me di çar salên bihê de baştirkirina rewşê dibe bi şêweyekê berdewam.”

Di beşeke din a peyamê de, Cîgirê Serokê PDKê dibêje, ku gelê Kurdistanê para herî zêde ya dengê xwe yê demokratîk da PDKê û destnîşan kir, ji ber ku dîsan bo gelê Kurdistanê îsbat bû, ku “PDK di rojên dijwar de û di bin fişarên derve û navxweyî de, hertim li aliyê gel e, niştimanparêz e û berjewendiyên bilind ên Kurdistanê di ser her tiştî re dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî wiha dibêje: “Encam xwasteke bihêz nîşan didin, bo pêkanîna hikûmeta bihêz û berdewambûna me li ser karê xwe. Gelê Kurdistanê bi aşkere, bi dengê bilind, bênîgeranî, para herî mezin a dengê xwe yê demokratîk û piştgiriya xwe da PDKê, ji ber ku dîsan ji wan re îsbat bû, ku ew partî di rojên dijwar de û di bin fişarên navxweyî û derve de, hertim li aliyê gel e, niştimanparêz e, pozbilind nîne, berjwendiya bilind a Kurdistanê hertim stêrka rênîşander a xebata wê bûye û dibe.”

Nêçîrvan Barzanî ji ber “hilbijatina nêrîneke erênî û niştimaperwar û dayîna şanseke nû bo baştirkirina karên hikûmetê”, spasiya hemû pêkhateyên netewî û olî yên Kurdistanê, bi Kurd, Tirkmen, Aşûrî, Kilda, Suryan, Ermen, Ereb, Kakeyî, Feylî, Şebek, Misilman, Êzidî, Mesîhî û Sabîe ve dike û dibêje, “bo çar salên bihê pêwîstiya me bi hikûmeteke seqamgîr heye.”

 

 

Back to top button