Polîtîk

Erdogan li Diyarbekirê bû

Serokê Tirkiye Tayib Erdogan îro ji bo tevlîbûna “Festivala Ciwana“ serdana Diyarbekirê kir. Erdogan di stadyuma Diyarbekirê de axavtinek kir.

Erdogan di axvtina xwe de got: Em Diyarbekirê istismar nakin , em dixwazin Diyarbekirê ava bikin û girîngiyek mezin didin vî bajarî. Em hemû pirsên li Diyarbekirê ji nêzik ve dişopînin. Dema pirs bibe pirsa ciwana em behtir girêngiyê didin û her tişta pêwist be emê bikin. Em îro li vê derê nevîyên Selahaddin Eyûbî , yên Fatih dibînin. Em neslê Asim dibînin.

Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got  ku, heta ciwan li gel me bin emê serbikevin. Erdogan behsa pêvajoya kolana xendeqan jî kir û got ewan çal kolan û xwestin pêşeroja me di van çalan de binax bikin. Lê me rê neda wan û abide li Diyarbekir daçikandin û ji nû ve ava kir.

Berdewamiya gotara xwe de Erdogan dibêje: Tu cudahiyek di navbera FETO, DAÎŞ û PKKê de tuneye. Hinek bi nave olî me istismar dikin û hin jî bi nave kurdeyatiyê me istismar dikin. Em hemû pêkhatî bi hevre Tirkiye ne. Her kesê ku cudahiya etnikî bike ewê me li himber xwe bibîne.

Back to top button