Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Sirbîstanê yê Iraqê kir
Şêwirmendê Encûmena Ewlehiya Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Sirbîstanê li Iraqê Uroş Balov kir.Di civînê de, pêşhateyên dawiyê yên Iraq û navçeyê û rewşa Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên 30ê Îlonê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekezî li ser kûrkirina peyvendiyên herdu aliyan kirin.Ji aliyê xwe ve Mesrûr Barzanî diyar kir, ku ew bihêvî ye asta peyvendiyan di navbera gelê Kurdistanê û Sirbîstanê de, di hemû waran de bihêztir bibin.Di beramber de, balyozê Sirbîstanê behsa rola qehremaniya hêzên Pêşmerge kir, di jinavbirina terorîstên DAIŞê de û balkişand ser pêşketina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û got: Ev aramiya nimûneyî ku li Herêma Kurdistanê heye, alîkar û piştevane da şîrketên Sirbîstanê bên Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin.