Nivîsar

Xiyanetê ceza, dewletxwaza xelat bikin

Divê gel bi dengên xwe parêzerên dewletbûnê xelat bikeProsesa dengdana hilbijartinên Kurdistanê destpêkir. Ev hilbijartin gelekî girîngin û Kurdistanê ber bi pêvajoyek ji hemî demî cuda tir ve dibe. Sedemên ku van hilbijartina girîng dikin ewe ku qonaxa ji sala 2014ê heta wek îro Kurdistan têre derbas bûyî ye.Ji dema êrîşên DAÎŞê, Kurdistanê berxwedanek mezin kir û bi hemû awayî xaka Kurdistanê ji aliyê pêşmergeve hate parastin. Cardin koçberî, şer krizên ekonomik tengiyek mezin bû behra kurda û bi sedhezaran benaberan berê xwe da Kurdistanê. Piştî şkestina DAÎŞê qonek din ji bo Kurdistanê destpêkir.Hukumeta Bexdayê li himber Kurdistanê kete di nava şerek yê têkbirênê de. Di vê qonaxê de Kurdistan ber bi referanduma serxwebûna Kurdistanê ve çû. Dewletên herêmê hemûyan li himber kurda pişgiriyek mezin da hukumeta Bexdayê û Bexdayê hewlda cardin Kurdistanê dagir bike.Hêzên Milîsên Şîe li gel hêzên pasdarên Îranê û artêşa Iraqê êrîşê Kurdistanê kirin. Hinek aliyên siyasî yên kurda xiyaneta 16ê Oktoberê kirin û li tenişta dijmin sekinîn. Di vê pêvajoyê de Pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê bi berxwedanek mezin Kurdistan parastin û nehiştin ne hêzên dagirker û ne jî xiyanet bighe armanca xwe.Piştî êrîşên li ser Kurdistanê, dewletên herêmê dorpêçek danin dora Kurdistanê, cihanê jî di warê siyasî de pişta xwe da Kurdistanê. Lê ragiriya gelê Kurdistanê û diplomasiya serkeftî ya serokwezîrê Kurdistanê, karî hêdî , hêdî vê dorpêçe bişkine û cardin li cîhanê ji xeletiya kirî vegerîne.Kurdistan di vê pêvajoya zîz de diçe ser sendoqa. Niha kurd dikarin çewe di hilbijartinên parlementoya Iraqê de dayîn nîşandan, di van hilbijartinan de jî rastî û xeletiyê ji hev bidin aliyekî. Li Kurdistana Başûr xetek gelek zîz û tenik di navbera xiyanetê û niştimanperweriyê de heye. Ev xeta hanê bi awayek pêwîst nayê dîtin. Yan jî bi awayek pêwist ji xelkê re nayê îzah kirin. Herweha belkî dezgehên medyayê jî di vê derbarê de berpirsiyariya xwe naynin cih.Di dema dakirkirina Kerkûkê de, dostek min ku tu pêwendî bi siyasetêre tuneye di gotubêjek ya me de got: Ew xelkê ji xiyanetêre bi çepka dide nabê cihê baweriyê.Rastî ev gotin gelek li min xerîb hatibû. Lê piştre min dît ku li hinek deverên Kurdistanê mixabin xiyanet nayê dîtin.Eger di civatekî de aliyên xiyanet kirîn bikaribin wê xiyanetê biparêzin û  derkevîn himber gel û biaxêvin di civatê de xeletiyek heye.Ji bo vê yekê di van hilbijartinan de eger aliyên Kurdistanî û yên behsa pêşeroj û serxwebûna Kurdistanê dikin serbikevin dê pêşerojek bi hêvî ji bo Kurdistanê bête destpêkirin.Bi awayek din li Başûrê Kurdistanê di van hilbijartina de gelê Kurdistanê çaresnûsê xwe diyar dike.Pêwiste xiyanet di van hilbijartinan de bê ceza kirin. Herweha divê bi dengê xwe gel aliyên ku dewletbûnê diparêzin xelat bike.28.9.2018Dara Bilek

Back to top button