Dengê xwe bidin Serxwebûna Kurdistanê
Gelên Kurdistanê divê wek referanduma Serxwebûna Kurdistanê cardin dengê xwe bide wan aliyan yên ku vê dozê berdewam dikin.Hilbijartinên 30 Îlonê bi awayekî pêşeroja Kurdistanê kifş dike. Bê guman di vê derbarê de gelek nivîs tên nivîsandin , gelek gotar têne gotin. Hinek gotar di cihdebin jî, lê hinek jî bi tenê armanca destxistina çend dengên zêde têne kirin. Kesên di pêşeroja Kurdistanê de xwe nebîne tişta tê ber devê wan dibêjin.Başe Kurdek niştimanperwer gerek di hilbijartina de dengê xwe bidê kijan partiyê? Dema mirov vê yekê bêje dê pîvan çibe ku, mirov bikaribe bêje ezê ji bo filan sedemê dengê xwe bidim filan lîsteyê.Di hemû gavên jiyanê de li gora her kesekî pîvan hene, insan li gora van pîvana jiyana xwe berdewam dikin. Kesên li gor pîvana jiyana xwe berdewam dikin di nava civatê de jê behtir xwedî ehtubarin. Lê li himber vê jî hinek insan bê pîvanin, yan jî pîvana wan berjewendiyên kesayetîne.Li Başûrê Kurdistanê hilbijartin ji bo pêşeroja Kurdistanê gelek gîringe. Ji bo kesayetek niştiman perwer, pîvana dengdanê divê berjewendiyên welatê wî û gelê wî be. Niha qonaxa ku Kurdistana Başûr têre derbas dibe gelekî hesas û girîng e.Li Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê referandumek hate li darxistin. Li Kurdistanê rêjeya dengdanê hinek deveran gihat % 96 ê. Balkêşe ku li Silêmaniyê rêjaya dengdanê herî kêmbû, nîvê deverên din bû. % 96 xelkê Kurdistanê ji bo serxwebûnê got Belê. Lê cardin rijaya herî kêm ku mirov dikare wek rûreşiyekî ji bo aliyên siyasî ku li deverê serdestin li Silêmaniyê bû.Pêvajoya piştî Referandûmê ji bo helwesta hinek aliyan, wek YNKê, Goran, alîgirên PKKê,Komela Îslamî bû sedemek bingehîn hinek deverên nakok ji aliyê Iraqê ve hatin kontrol kirin. Van aliyan li gel Milîsên Şîe ku ji bo Kurda tu ferqa wan û DAÎŞê tuneye, hevkarî kirin û ew kirin bela serê Kurda û Kurdistanê. Bi hevkariya li gel van milîsan Kerkûk firotin. Xiyaneta 16ê Oktoberê kirin.Li himber vî xiyanetê û êrîşên li ser Kurdistanê hatîn kirin de, PDK ma tenê. Lê Pêşmergeyên Kurdistanê di serokatiya Barzanî de, li sê eniyên şer de nehişt dijmin gavekî pêşve bavêje û xaka Kurdistanê parast û nehişt şerefa kurda bikeve di bin lingê dijmin de. Kurdistanê gelek waran de pêvajoyek zehmet derbas kir. Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel hemû tengasiyan û dorpêçan, bi dîplomasiyek serkeftî karî dîwarên xiyanetê birûxîne û helwesta xirab ya gelek welatan bide guhertin.Cardin bi helwesta PDKê Kurdistan ji qonaxa gelek xirab derbas bû, û niha rojên geştir li pêşiya Kurdistanê ye.PDKê cardin hêviyek da xelkê Kurdistanê.Bi gotinek din eger ne ji PDKê û Barzani bûya îro Kurdistana Başûr bi temamî di bin kontrola Bexdayê de bûye û niha li Silêmaniyê, li Duhok û Hewlêrê Heşda Şeibî hukum dikira. Yanî bi gotinek din hersê bajar dê wek Kerkûkê bûna.Niha insanek niştimanperwer divê li gora pîvanên ku berjewendiyên Kurdistanê de bike bingeh û dengê xwe bide.Ji bo vê yekê: Dengê xwe bide pêşeroja Kurdistanê. Dengê xwe bide xwîna ku pêşmergeyên qehreman ji bo parastina te û welatê te rijandî. Dengê xwe bide keremat û şerefa xwe. Ji hemûyê girêngtir dengê xwe bide Serxwebûna Kurdistanê.Van tiştan bike pîvan û tu dengê bidî kî bi keyfa xwe yî.19.9.2018Analîzek/N. Firat