Serokwezîr pêşwaziya wezîra bergiriya Almanya kir
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna xwe de ligel Wezîra Bergiriyê ya Almanya Ursula Von Der Leyen de, daxwaz kir ku Parlamentoya Almanya biryar bidê da alîkariyên Almanya yên leşkerî ji bo Herêma Kurdistanê berdewam bin, ji ber ku hêj metirsiya DAIŞê maye.Îro 17-9-2018 Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Ursula Von Der Leyen kir, şandeke pilebilind û ji hikûmet û parlamentoya Almanya li gel Wezîra Bergiriya Almanya bû.Di civînê de hijmareke rayedarên Hikûmeta Kurdistanê jî beşdar bûn, wezîra Almanî behsa qehremaniya Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê de û herwiha parastina pêkhateyên Kurdistanê û axa Kurdistanê kir û qehremaniya pêşmerge bi girîng nirxand.Ursela Von Der Leyen da xşyakirin ku armanc ji vê serdanê ew e da ku “em ji nêz ve ji daxwazî û pêdiviyên Herêma Kurdistanê agehdar bin.”Di berdewamiya civînê de şanda Almanî behsa rewşa penaberên destê terorê li Kurdistanê de kir û tekez kir li ser berdewamiya hevkariyan bo penaber û awareyên ku li Kurdistanê hatine bicîhkirin.Di beşeke din a vê civîna de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya şanda Almanî kir û herwiha spasiya hevpeymanan û Hikûmeta Almanyayê kir ku di rojên dijwar de û di dema êrîşîn terorîstên DAIŞê de hevkariya Kurdistanê kirin.Serokwezîrê Kurdistanê herwiha tekez li ser destpêkirina qonaxeke nû ya şerê dijî DAIŞê kir û anî ziman ku qonaxa nû qonaxa jinavbirina hizira radîkal ya DAIŞê ye.


