PDK bi tenê dikare destkeftiyên netewî misoger bike
Di hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê yên di 30 Îlonê de bêne çêkirin gelekî girîng e. Ji bo vê jî her partiyek li gora xwe propagandeya xwe dike û ji bo çend kursiyan destbêxin gelek soza didin û behsa derbasbûyên xwe û xebata xwe ya pêşerojê dikin. Bê guman her aliyek behsa serkeftiyên xwe dike û her hewldidin ku kiryarên xwe bi awayek erênî bifroşin xelkê ji bo destxistina çend dengên zêde.Lê li Başûrê Kurdistanê rastiyek heye ku, bi gotin û propaganda aliyên siyasî dikin zêdetir, bûyerên ku rûdayîn ji aliyê xelkê herêmê ve baş tê dîtin. Ji aliyê hemû partiyan ve tê qebûl kirin ku PDK di hilbijartinan de cardin dibe yekemin. Ji bû partiya duyem jî rikberiyek mezin di navbera YNK û Goran de heye.Hinek partiyan gelek hewldan ku hilbijartin bêne paşxistin , lê PDK bi israr da xûyakirin ku divê hilbijartin di dema hatî diyar kirin de pêk werin. Partiyên dixwestin hilbijartin bêne paşxistin ji xwe ditirsiyan û hêja jî ew tirs di zikê wan de heye. Eger ev tirsa wan cihê xwe bigre dê ji berjewendiya Kurdistanê re be.Niha dema mirov dengê xwe bide aliyekî divê bikaribe sedemên wê jî bide diyar kirin. Gelo kesek ji bo çi dengê xwe bide YNKê? Heta ew gruba xiyaneta 16- Oktoberê pêkanî di nav YNKê de desthilat be, YNK hemû dibe şirîkê wê bûyerê. Bawerbikin gelekî zehmete ku mirov sedemê denga bide YNKê yan jî Goran bide kifşkirin. Lê ev yek eger mirov Kurdistanibe û berjewendiyên Kurdistanê biparê ze zehmet dibe. Ji aliyek din tenê ji bo dijitiya PDKê jî xelkek heye ku denga dide van partiyan. Ev yek jî ne ehlaqiye û kînek e ku nikarin ji nava xwe bavêjin. Ji xwe hinek parti jî di rastiya xwe de ji bo dijitiya PDKê hatine damezirandin û siyaseta xwe de tenê dijberiya PDKê dikin. Ev yek jî handîkapa herî mezin ya siyaseta hinek aliyên kurdan e.Partiyek wek Komela Islamî gerek li Kurdistanê qedexebûya. Ji ber ku ev parti ne li gora normên mirovatiyê ye û her demi dikare Kurdistanê bi erzani bifroşe. Eger serokê vê partiyê dema sirûda netewî Ey Reqib bête gotin rêzê lê negire û vê sirudê li dijê siyaseta ku lê bawer bibîne, mirov dikare çi bêje?Eger her Kurdek li Başûr rqonaxa referandumê û vê yekê ve girêdayî şerê Pirde , Mexmûr û Sihêla ber bi çav bigre. Rengê dengê wan xûya dibe.Li Başûr PKK jî di nav de li himber PDKê siyasetek gelek qirêj tê rêvebirin.Propagandeyek derew, dezenfamasyonek berfireh tê kirin.Li himber vê yekê sekna PDKê û siyaseta ku rêve dibe raste. Mimkine mirov di hinek waran de rexna li PDKê bike.Yan jî hemwelatiyek ji teserufên hinek berpirsên partiyê li hinek deveran ne razî be, yan jî gazinda ji hukumetê bike ev tiştek gelek normale. Ji xwe serok Barzani di civîna li gel kadroyên PDKê de gelek vekirî dibêje:“ Behsa destkeftên PDK bikin û dest bixin ser kêmasiyan jî û xwe ji teşhîr û sozên mezinên bê kirdar dûr bigrin û bi tevahî pabendî qanûnê bin.“Dema mirov behsa kêmasiyên xwe bike, behtir dikare bi destkeftiyên xwe serfiraz be. Eger PDK nebûya niha Kurdistana Başûr bi temamî di bin desthilata Bexdayê de bûya.Serkeftina PDKê di hilbijartinan de , serkeftin û hêzbûna Kurdistanê ye. Ji ber ku tenê PDK li Başûr ji bo destkeftiyên netewî berxwe dide û dema pêwist dikare xaka Kurdistana azadbiparêze. PDKê di dema êrîşên Artêşa Iraqê û Milisên Şîe li ser Kurdistanê de, li Pirde, Mexmûr û Sihêla ev yek bi xwîna pêşmergeyên Kurdistanê ispat kiriye.Eger mirov berjewendiyên netewî û Kurdistanibûnê wek pîvan bigre ji bilî PDKê tu bedilek din tuneye ku mirov dengê xwe bidêyê.PDK û Barzani demana heyina Kurdistanê ye. Rêbaza PDK li ser diçe rêbaza xebata serkeftina Kurdistanê, rêbaza Barzaniyê nemir e.Bawerim dê PDK di van hilbijartinan de li himber hemû dijberiyê, dê % 40 denga bigre, rîjeya dengên PDKê dikare bighe ji % 40- 44ê. Lê ev têrê nake ku PDK bi hesanî bikaribe bernama xwe ji bo Kurdistanê bêxe jiyanê. Ji ber ku hinek hevpeymaniyên têne kirin, bivê nevê carê li lingê PDKê diherbilê. Ji bo Kurdistanek bi hêztir pêwistî serkeftina PDKê heye.17.9.2018Dara Bilek