Cîhan

Sûrî: Hêjmara kuştiyan zêde dibe

Li Sûrî kuştin û girtina xelkê berdewam e. Leşkerên Sûrî yên ku fermandarê wan birayê Bişar Esad bi xwe ye, ketine di gelek bajaran de. Taybetî li tixûbê Tirkiye di hinek bajaran de hêjmara kuştiyan zêde dibe. Gelek ji xelkê direvin û berê xwe didin tixûbê Tirkiye.

Heta niha li gora agahdariyên fermî yên hukumeta Tirkiye zêdeyî 7000 kes derbasê Tirkiye bûne û ew di çadiran de hatine cih kirin. Lê hejmara ku kesen li Tixûb berhevdibin gelek zêdeye.

Kesek hevwelatiyê Sûrî ku nexwestiye nasnama xwe diyar bike  dibêje: Êrîşên hêzên ewlehiya Sûrî berdewamin.Xelk ber bi tixûbê Tirkiye ve direvin.Li ber tixûb insan birçî û tênin, em dixwazin li vê derê jî arîkariya me bête kirin.Rewşa zarokan ne başe nexweşî destpêkiriye û gelek cara zarokê me birçî radizin..Herweha doh li Şamê li dijî Balyozxana Tirkî, alîgirên Bişar esad protetoyek pêkanîn.

Back to top button