Polîtîk

Metranên Almanî Serdana Kurdistanê Kir

Îro Wezîrê karûbarên hundir yê Hikûmeta Kurdistanê Kerîm Şengarî pêşwaziya heyeteke Metranên Kilîseya Katolîk a Almaniyayê kir.

Di hevdîtineke de rewşa  giştî ya Kurdistanê û bihevre jiyana birayane ya bi sedan sal a di navbera kemenetewên olî û etnîkî a li Kurdistanê de hate nîqaşkirin.

Di berdewamiya hevdîtina han de rewşa kemenetewên olî li Kurdistanê jî hate giftûgokirin û di vê derbarê de heyeta mêwan spasiyên xwe pêşkêşî Hikûmeta Kurdistanê kir û ragihand ku, kemenetewên olî yên li Kurdistanê de di bin siya desthilata demokratîk a Kurdistanê û rewşa aram ya Kurdistanê de gelek bi başî jiyan dikin û ji her cure mafekî xwe jî fêde digirin.

Heyet her weha destxweşiya Hikûmeta Kurdistanê jî kir jiber hevkarî û piştgîrî kirina ev welatiyên Mesîhî ku, jiber rewşa nebaş ya Başûrê Îraqê hatine Kurdistanê.  (KTV)

Back to top button