Di vê derbarê de endamê parlementoya Iraqê Mueyed Teyib ê ser bi lîsta Hevpeymanîya Kurdistanî ve ji PNA re ragihand, ku Hevpeymanîya Kurdistanê wek hêzeka dagîrkir berê xwe nade hêzên Amerîkayî, çimku li gora rêkevtineka fermî ew hêzên han li Iraqê dimînin. Parlementoya berê ya Iraqê jî biryara mana hêzên Amerîkayî li Iraqê pesend kiriye û bi navkirina wan bi hêzeka dagîrkir qanûnî nîne û rast jî nîne û di wê rêkevtinê jî de derfet hatiye dan, da ku mana wan hêzan li Iraqê bihê dirêjkirin.
 
Mueyed Teyibdi vê derbarê de got: Heger Iraqê pêwîstî bi van hêzan hebe em bi vê yekê re ne ku ew li Iraqê bimînin, belê heger Iraqê pêwîstî bi mana hêzên Amerîkayî nebe, ewê demê ne hewceye ku ew li Iraqê bimînin. Teyib di dirêjîya axavtina xwe de got: Belê heger em bi çavekî babetîyane berê xwe bidin rewşa Iraqê em dibînin ku hêja Iraqê pêwîstî bi alîkarîya hêzên Amerîkayî heye û mana wan hêzan jî dê bi rêya rêkevtina navbera herdu alîyan be.
 
Evî endamê Hevpeymanîya Kurdistanê weha jî da xûyakirin, ku rewşa necihgir a devera rojhilata navîn û bûyerên ku li welatên erebî çêdibin ewê peyamê didin Iraqê ku gerek hêzên Amerîkayî li Iraqê bimînin, çimku berpirsatîyekî qanûnî li ser milên Amerîka ye û ew jî ji ber ewê çendê ye, ku Amerîka sistema berê ya Iraqê bi rêya şer herifandîye û gerek ewê demê ji Iraqê vekişin ku Iraqê supayekî bi hêz hebe û bikaribe bergirîyê li xwe bike.
 
 
Nûçe: Sîna Kurdistanî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: