Polîtîk

Konferensa (desentralîzm û hukimê otonomî) dest pê kir

Konferensa niştimaniya (desentralîzm û hukimê otonomî) îro li Hewlêrê dest bi kar û çalakiyên xwe kir.
Di konferensê de, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Elî Sindî wezîrê pilandanana herêma Kurdistanê, Felah Mistefa perpirsê peywendiyên derve yê herêma Kurdistanê, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê, Elî Şakir wezîrê pilandanana hikûmeta Îraqa federal, Selah Ebdulrezaq waliyê Bexdayê û çend berprisên hikûmeta Hewlêrê û Bexdayê amade bûn.

Di destpêka vekirina konferensê de, Newzad Hadî waliyê Hewlêrê di peyvekê de bixêrhatina mêvanan kir û hêvî kir ku demeke xweş li Hewlêrê biborînin.
Elî Şakir wezîrê pilandanan Îraqê jî di axavtina xwe de, ji bo amadekirina vê koinferensê (desentralîzm û hukimê otonomî) sipasiya hikûmeta herêma Kuridstanê kir.

Paşî Elî Sindê wezîrê pilandanan hikûmeta herêma Kurdistanê jî peyvek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de behsa giringiya lamerkeziyê ((desentralîzm) bo sîstema hukimdariyê kir û behsa xebatên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê zêdetir pêdana desthilta bo wîlayetan kir. Sindî di axavtina xwe de behsa pirojeyê hikûmeta herêma Kurdistanê yê ji bo beşdarîkirina hevwelatiyan di derxistina biryaran de kir.

Di konferensa niştimaniya (desentralîzm û hukimê otonomî) ku, îro li Hewlêrê dest bi kar û çalakiyên xwe kir, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeşî amadebûyan kir û wî di peyva xwe de, ji bona çareserkirina pirsgirêkan û serxistina pirojeyên hevbeş, tekîd li ser hevkarî û hevahengiya navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federal kir û got ku, pêwîste destûra Îraqê weke esas ji bo hemû karên hikmetê bê bikaranîn.

Salih di axavtina xwe de behsa wan metrisyan kir yên ku bi rêya hukimê merkeziyê de rastî sîstema siyasî û îdarî dibin kir û got ku, îro cîhan ber bi hukimê desentralîzmê, dabeşkirina desthilatan û beşdarîkirin ahevweltaiyan di derxistina biryaran de, gavan diavêje.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de behsa peywendiyên anvbera Hewlêr û Bexdayê kir û got ku tevî hebûna hindek pirsên hilawîstî di navbera her du aliyan de, lê ew yek nabe sedemê lawazbûna têkeliyên her du aliyan. Salih got: ” Divê hemû pirs di çarçoveyê destûra Îraqê de bên çareser kirin.”
Serokê hikûmetê didawiya peyva xwe debehsa giringiya rncamdana serjimêriya giştî li sertaserî Îraqê kir.

Weke tê zanî ev konferense dê durojan dom bike û tê de gelek lêkolînên zanistî li ser lamerkeziyê û hukimê otonomî bên pêşkeş kirin. komsitona abûrî û civakî ya Rojhilaa Asiyayê (UNESCWA) ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ji bo sakirina vê konferensê alîkarî kiriye.

Back to top button