Polîtîk

54mîn salvegera Partiya Demokrata Kurd (Partî) pîroz kir

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi minasebeta 54mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurd a li Sûriyeyê (Partî), peyameke pîrozbayiyê pêşkêşî sekreterê komîteya merkezî ya vê partiyê û hemû endam û dostên wê kir, ev jî texta wê ye:

Bi navê Xwedê mezin û dilovan

– Birayê xweştivî birêz Ebdulhekîm Beşar sekreterê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyeyê (Partî).
–  Birayên xweştivî yên polîbûro û komîteya nawendî.

Silaveke birayane.

Bi minasebeta 54mîn salvegera damezrandina partiya we silavên gerim pêşkêşî we û bi rêya we jî pêşkêşî tevahiya xûşk, bira û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim.

Hêvî dikim ku, ev minasebete dîrokî,  ji bo bidestxistina zêdetir destkeftiyên netewî û niştimanî ji bo gelê me li Sûryeyê, ji bo nehêlan wê zilma li gelê me hatiye kirin û ji bona ber bi pêşveçûn û yekxistina rêzên gel bibe handerek baş.

Careke din  pîrozbayiyên xwe  pêşkêşî we dikim û hêviya serkeftin û pêşkeftinê  ji we re dixwazim.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
14.6.2011

Back to top button