Xalek reş di dîroka PKKê de
Li gora nûçeya Bas News, nivîskarekî kurd nehêniyeke mezin a PKK aşkere dike û radgehîne ku, PKK ji arşîfa partiya xwe ditirse ev yeke, ji bêserûberiya gotar, dirûşim û siyaseta wê partiyê ye.Nivîskarê kurd Hoşeng Osê li ser rûpela xwe ya taybet Facbookê babetek bi navê “Ew çi partiye ji wêyekê ditirse ku, xelik li nav erşîfa wî bigerin?” nivîsî bû, di gotara xwe de dibêje: “Berî demekê min dixwest gotereke rexneyî derbarê ast û reftarên PKK binvîsînim û ji ber ku, min nexwest tenê nerîna xwe derbirînim li erşîfa PKK geriyam, taybet jî erşîfa rojnameya Serxwebûn piştî geryanê min dît ku, erşîfê rojnameyê ji sala 2013 heta sala 2016 hatiye jinav birin.”Herwiha Osê got jî ku, tiştekî seyr û şerme partiyek erşîfa xwe ya çar salan reş bike, ev yeke jî xaleke reş ê dine di dîroka PKK de.


