Polîtîk

3 alî dixwazin hilbijartinên Kurdistanê paşbêxin

Parlamenterekî Kurdistanê dibêje, YNK û Gorran û Komela Îslamî ya Kurdistanê dixwazin bi rêya parlamentoya Kurdistanê hilbijartinên Kurdistanê paş bixin.Endamê firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Nazim Herkî ji BasNewsê re got, PDK rijd e li ser wê yekê ku hilbijartin di wextê de were kirin. Lê hinek partî hewl didin bi rêya komkirina îmzeyan hilbijartinan paş bixin.Nazim Herkî her wiha got, ti behaneyek bo paşxistina hilbijartinan tine ji ber ku him di warê aborî rewşa Kurdistanê ber bi başbûnê ve diçe di warên siyasî û ewlehiyê de jî rewş baştir bûye.Wî parlamenterê Kurdistanê da zanîn, parlamenterên Gorran, YNK û Komela Îslamî dixwazin îmzeyan kom bikin û bi vî rengî pêşniyarqanûna paşxistina hilbijartin amade bikin û bi rêya parlamentoyê re hilbijartinan paş bixin. Xozî wan partiyan hewla pesendkirina qanûna çaksaziyê bidana ne paşxistina hilbijartinan. Ziryan Hacî /Bas

Back to top button