Polîtîk

Me nekari em aşitiyê ji gel re bêjin

Parlementer û serokê gruba HDPê ya parlementoyê yê berê Îdris Balukan di girtigehê de li gel Rojnama Cumhuriyet a Tirkî hevpeyvînek kir. Balukan di dema “pêvajoya“ çareseriyê de kesek girîng bû û di nava heyeta li gel Ocalan hevdîtin dikira de cih digirt.Balukan dide xûyakirin ku, wan di nava aliyên ku şer dikin, yanî di nava hukumetê û PKKê de gelek çuyin hatin kirin û ji bo sekinandina şer gelekî xebitîn.Balukan dibêje, rijeya daxwaziya aşitiyê digihata % 80î, me gelek guh da hinek tiştên bi wate, me nekari em bigihin xelkê û giringiya aşitiyê ji wan re bidin xûyakirin. Me dikariya em aşitiyê bikin behra xelkê û ew lê xwedî derkevin.Herweha Balukan ji bi hilbijartinên şeredariya jî dibêje ku, dive tifaqek di nava gel bi xwe de bê avakirin. 

Back to top button