Daxwaza lêbihurînê û gerdenazadkirinê jî dilê Goranê nerim nekir
Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di peyama xwe ya pîrozbahiya Cejna Qurbanê de, daxwaza lêbihurînê û gerdenazadkirinê ji Tevgera Goran kir lê vê helwesta YNKê dilê Tevgera Goran nerim nekir û ew daxwaza YNKê red kir.Roja 12.05.2018ê, piştî encamdana hilbijartina parlamentoya Îraqê û eşkerebûna encamên destpêkê, Tevgera Goran demildest YNK bi saxtekariyek mezin tawanbar kir û li hember vê yekê û weke rêaksyon hêzên çekdarên YNKê bi serperiştiya Şêx Cafer Mistefa, endamê polîtbûroya YNKê, êrîşî baregayê sereke yê Tevgera Goran kir, weke berpirsên Goran dibêjin YNKê xwest bi hêza çekdarî û bi tirsandinê Goran encaman qebûl bike. Di wê êrîşa YNKê ya bo ser girdê Zergete birîndar jî hebûn.YNKê xwest di roja cejnê de daxwaz lêbihurînê û gerdenazadkirnê ji Tevgera Goran bike û rûpelek nû veke. Lê Tevgara Goran ev daxwaz û helwesta YNKê red kir.Berpirsekê Goran dibêje ku divê YNK îtîrafê bi hemû şaşî û tawanên li hemer Goranê kirine bike, sozê bide ku, karên din yên qirêj li dijî Goranê neke û îtîrafê bike ku di hilbijartina da saxtekarî kiriye, hîngê dê Tevger Goran helwesta xwe biguhere. Yaku YNK şeva 12.05.2018ê li hemer Goranê kirî tawaneke mezin bû, tawneke siyasî û cînayî ya mezin bû.