Min Dît û Nabêjim
Silêman ÇakirMin Dît û Nabêjim /24/M-Rojê payîzê kinin (kûrt).Ferdê malbattê tevde westîye bûn.Bi taybettî dayîk û bav.Piştî kârê Gûze xilas bû, keç,bûk û dayîk jibon hevdû bûne âlîkâr û dane pey hevdû û liser rêçkâ gûnd berdewam kirin..Nêzîkê mexreb em gihiştin malê.Sifre xwarinê danîn û dest bi xwarine şîvê kirin..Di wê demêde ez licem dayîkê rûniştim,min ku dayê, bêje bavo ku min neşînê dibîstanê ez jî tiştekî bîye we nakim..Dema min wisa got,ku hişşş, westîye ye bere bêhna xwe berdê, dema me çay vexwar ezê bênim ser ziman…Dema min wisa bersiv sitand ,min bi kêf û eşq şîva xwar.Piştî şîvê em tevde derbasî oda rûniştinê bûn.Bavo gelek ji hiz çay û çi xarê dikir..Keçike çay anîn,awil a bavo û a dayîkê danîn ber wa,piştre ên dîtirê dane wa.Bavo piştî ku firik ji çaye xwe kir,dayê ku Hecî ew îro mixtar û Mamoste hatibûn çi?Bavo mesele got û ku min ne xwest ez Silêman bişyînim wê bibê Tirk,ev dibîstan me Kurde xera dikê. .Bere li cem minbê, ezê tivingeke wî û hespeke kehêl bistînîm û keçke xalê wî jêre bînim û bere li kârê malbattê meyzekê. ..Dayê ku Hecî, fikir û remanê te pîrozin lê mirov bi xwînê ez dibê baştire…Dema dayê wisa got bavo hinek nerm bû, ku kâ em meyzekin..Di wê demêde mele ezan dayî û piştre ku ên ku zarokê wa 6-14 salî heftîyek ku werê dû şemê bere bişînin dibîstanê. .Xwîşkâ min Necûde ku waye mele jî dibê zarokê 6-14 salî bişyînin mektebê. .Dema wisa got bav ku de kâ heta heftîyek dîtir xwedê mezine û herkes çû raket…Min Dît û Nabêjim /24-N-Carne wek her car,bayê payîzê berê xwe dida gûhertin,rewşa wî jî di hate gûhertin..Carne hişk û cemidî bû, carne nerm û melûl bû. .Rewşa însan’e jî mîne bayê payîzê di heta gûhertin..Mamoste gotî bû bere piştî heftîyeke dîtir bere zarokê 6-14 salî werin dibîstanê, roja dîtir nahtorê gûnd mal bi mal gerîye,ku ên zarokê xwe neşînê wê Komar ceze bidê wa..Dema bavo bi vê gotinê agahdar bû gelek aciz bû.Piştre gote dayîke min ku dû şembê herdû lawike bişyîne dibîstanê, bere ji mamostê bi pirsin jibon wa çi lazime,bere mamoste li kâxezekê bi nivîsênê û bere bînin ku ez bidim kekê wa jibon ku ji bajêr ji ware bînê. ..Dayê ku başe ser çava..Wext hat dayîkê me amede kirin û em bi rê kirin. .Dibîstan di bin ya kelha Dîrokî de ye.Kâşê wê bâlkêşe,bi diryanke û li çep û rast fetlînoke. Em mîne çêlikê kewa me bi destê hevdû girt,em ketin ser rêçkâ dibîstanê, birakê piçûk gelek di tirsîye û fedî dikir,min bi destê wî girt û ew pey minde em dakete û ketin hewşa dibîstanê. ..Dibîstan bi kedeke mezin ava bûbû û mixtarê ku bûbû sebeba çêkirine wê gelek pê lekibîbû. .Nav wî û axeyê gûnd xera bûbû, axê gotibûyê va roje tu gelek diçê bajêr û tê ma xêre? Mixtar dibê jibon ku li gûndê me dibîstan ava bibê û vebê. .Axe dibê tu wisa dikê ku zarokê gûndîye bi xwênin û zane bibin jibon ku axê tî ye min xilas bibê, mixtar dibê gotin û analîze te gelek raste…Min Dît û Nabêjim ””””ÇIME? ”””’24/SDilê mino, qedirbilind û hêjano, xwendevana û dilovan no, bindest û bi rûmet no, teme Şevan û şopîvanno,ez tême çavê we..Hûn kârin bi pirsin çime ”’Min Dît û Nabêjim ””Ez bawerim ger we ev romane min xalê wê xwendibin û eger hûn di şopîn in, jibon ku hûn bi aqil in, fahm dikin ku çime ev nav..Lê bi destûre we ez jî çend gotinê xwe bînim ser ziman bi nivîs kî, bêrî ez va çend gotinê xwe bêjim,ez gelek jibon Xebatkarê Rojevakurd re spas dar û deyndarê wa û weme,bi taybettî Kek Dara Bîlek ez silav û rêz digrim jibon Cenabê te yî ezîz…Xweşik no û rêz dar no, wek hûn jî zanin ú we kişand û jîyan kir,hên jî berdewam dibê, min gelek zilm û zordestî bi gelek renga dît,kişand,jîyan kir.Ezê vê romanê bi nivîsim û xilas bikim,eger ez ne mirim. Dema 12/09/1980 de leşker dest danî ser sîstem û Komarê, ez li bajarokê Qubînê li Gûndê Gedûkê Mamoste bûm.Jibon ku ez Kûrd û şoreşger bûm,liser gotinekê dadgeha Mêrdînê a 2’yemî giran jibon min û çend hevalê minre ebedîyetîbûn ceze di xwest û limin di gerîyen,jibon va minasebeta leşker bi ser gúndê me digrin,dayîke min His dikê ku navê minjî di deftera wade heye,Tirs gehayê û di heftîyeke de jîyane xwe ji dest da…Merdno, tiştekî nebaş di jîyane me de heye ,ma min tijê ye, li vê Nisêbîne ku neha wêran bûye,di şerê sofîke û apocîyede 670 Kûrd qetil bûn û tu kesjî napirsê, jibon va û gelek dert û kûle, dibêjim,””””””Min Dît û Nabêjim “”””Bawerim gelekî raste, eger Me Dît û em bêjin wê gelek tiştê veşartî derkevin holê. ….