Polîtîk

Encama operasyona Tirkiye li Şingalê!

Anadoluya Tirkî di beşê xwe yê kurdîde nûçeyekî dide xûyakirin ku 15ê Tebaxê  hêzên ewlehiya Tirkiye li devera Şingalê operasyonek pêkanîne û di encama vê operasyonê de bepirsek yê KCK bi nave Mam Zekî Şengalî jiyana xwe ji dest daye.Di nûçeya AA de dibêje: “ Bi operasyona hevpar a MÎT û TSKê endamê konseya rêveberiyê yê qaşo yê PKK/KCKya rêxistina terorê û berpirsê Şingala bakûrê Iraqê Îsmaîl Ozdenê bi nasnava “Mam Zekî Şengalî” yê ku di Lîsteya Terorîstên Lê Digerin a Wezareta Karên Navxweyî de li kategoriya “sor” de bû hat berterefkirin.“AA di berdewamiya nûçeyê dibêje: “ Di çarçoveya li cihê wî têkoşîna dijî terorê de operasyon birin ser Şingalê û bi operasyonê di 15ê tebaxê de derbeke mezin li kadroya qaşo ya serokan a dersînor a PKKê ya ku êrîşên xwe yên terorî yên ewil di 15ê tebaxa 1984an de kir û her sal vê dîrokê wekî amûra propagandayê bi kar tîne xistin.“Ji bo heman bûyerê, Peyamnêrê K24ê li Şingalê got, duhî danê êvarê  hejmarek ji firokeyan sêkoşeya Şingal, Um Zubyan û Şilo bombebaran kir.Wê derbarê de, Rêvebirê Nahiya Sinûnê Xwedêda Cokî  ji K24ê re ragihand, firokeyan kolana sereke ya Şilo kirin armanc û piştre sêkoşeya Şingalê jî bombebaran kirin.Da zanîn jî, bombebarana sêyemîn li derdora gundê Şilo û Şiyayê Şingalê bû.Got jî, ew dever ji aliyê artêşa Iraqê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) tê birêvebirin.Li gor zanyariyên destpêkê, firokeyên Tirkiyê otombîla wî fermandarî li navçeya Şilo ya nahiya Sinûnê bombebaran kir, ku 4 çekdarên YBŞê jî ligel wî bûn.Zekî Şingalî jidayikbûna sala 1952an li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdisanê ye û çendîn berpirsatî di nava rêzên PKKê de girtibû. Pêştir bo demekê jî Fermandarê YBŞê bû û berpirsê Ketîbeya Laleş ya ser bi Heşda Şeibî ve bû.

Back to top button