Li Îranê xelk û rejim ji hev dûr dikeve

Financial Time, piştî biryara Amerika di derbarê Îranê de dayî, bi nivîsekî behsa rewşa Îranê dike û dide xûyakirin ku, Îraniyên bê pere lanetê li rejima ketî di nava gendeliyê de tînin.Li bazarên ku tiştên erzan difroşin , xelk ji bo kirîna xwarin û tiştên din dibûna dor, lê niha xelk li bazarê nagerin.Bihayê her tiştekî zêde bûye, xelkê hejar nikarê kîrînê bikin, pîrejinekî ku li bazarê dixwest hinek fêkî bikirê, digot:Xwedê bela xwe bide vê rejimê û yên gendeliyê dikin.Zarokên xwe rêdikin Amerika û Kanadayê û me birçî dihêlin. Rojname dema behsa vê yekê dike dixwaze zehmetiya jiyana rojane li Îranê bide xûyakirin.


