PDK lîsteya berbijêra amade dike

Xesro Goran Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê ji malpera KDP.info re behsa amadekariyên partiya xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê kir û ragihand: “Ji roja Şemiyê ve û heta niha em li ser asta Polîtbûroya PDKê kar dikin ji bo amadekirina kandîdên PDKê.”Goran wiha got: “Ji ber wê yekê Polîtbûroya PDKê ligel Encûmenên Parêzgehan ên PDKê li parêzgehan û ligel şaxên PDKê kar dike ji bo amadekirina lîsta kandîdên baş ji bo hilbijartinan, ku em dixwazin navê 100 kandîd amade bikin û roja 25ê vê mehê emê navên kandîdên xwe radestî komîsyonê bikin.”


