PAK cezayê hefsê protesto dike

Em cezaya hefsê ya ji bo hevalê me Mehmet Ermiş ê endamê Meclîsa PAKê hatîye birîn protesto dikinEndamê Meclîsa PAKê, hevalê me Mehmet Ermiş di roja 14yê sibata 2018an de li Îzmîrê , bi heceta parvekirinên wî yên di sosyal medyayê de , ji alîyê polîsan ve hate desteser kirin.Mehmet Ermîş 9 rojan li Emnîyeta Îzmîrê girtî ma. Paşê Mehkemeya Îzmîrê ji bo hefs kirina Mehmet Ermîş biryar da.Mehmet Ermiş piştî ku 5 meh û 5 rojan di hefsê de raza,di roja 19yê temûza 2018an de derkete ber mehkemeyê û mehkemeyê di rûniştinan ewil de 25 meh ceza li Mehmet Ermîş birî. Ji ber wan rojên ku di hefsê de razayî, Mehmet Ermîş hate tehlîye kirin.Mehmet Ermiş bi şêweyên aştîyane bîr û rayên xwe nivîsîye, belav kirîye. Ev mafekî rewa yê azadîya ramanî ye. Ev biryara mehkemeyê di eslê xwe de nîşana bêtehamulîya li himberî gelê me ye, bêtehamulîya azadîya ramanî ye.


