CîhanPolîtîk

Îran Kurdistana Başûr topbaran dike

Îran devera Hacî Omran û Sidekan topbaran dike. Îran jî vek Tirkiye devera nêzikî sinorê xwe topbaran dike. Ji ber giraniya topbaranê hinek gund hatin vale kirin û xelkê wan gunda barkirin derketin.Devera ku Îran topbaran dike zozanin û koçer li hinek ji wan deveran disekinin. Li gora agahiyan encama tobarana Îraniyan de çend ji koçeran hatine birîndar kirin û û ji bû nexweşxaneyên deverê hatine veguhaztin.Koçerên din tevê pezên xwe zozan bi cih hiştine.Rêveberê Bajarokê Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdawê ragihand: “Îro Sêşemê demjimêr 13.40ê piştî nîvro, topavêjên Supaya Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê bi tundî gundên Binêreşkên, Benê, Binperêze, Berhol, Beçîxe, Ketîne û Berberîzen topbaran kirin.”Îhsan Çelebî da zanîn, ku di encama topbaranê de agir bi herêmê ketiye lê ti ziyaneke canî nebûye.Çelebî da xuyakirin, ku Polîsên Berevaniya Şaristaniyê ji bo vemirandina agir dest hewldanê kirine lê ji ber berdewambûna topbaranê nikarin herwin wan deverên ku agir pê keftine.Rêveberê Bajarokê Sîdekanê anî ziman ku ji ber topbaranê hinek gundên wê deverê vala bûne.Hevdem Rêveberê Bajarokê Hacî Omranê Ferzeng Ehmed jî ji Rûdawê re ragihand, ku topavêjên Îranê zozanên di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de topbaran dikin lê heta niha ti zaiyaneke canî nebûye. 

Back to top button