CivakKultur

Times: Kitikên Wanê hij avê dikin

Li zaningeha bajarê Wanê, ji bo parastina tuxmê Kitêkên(pisîk) navdarên Wanê mala Kitikan hatiye ava kirin û li vê derê Kitikan xwedî dikin û wan diparêzin.Di mala Kitikan de 350 kitik hene û ji bo jiyana  û zêdebûna wan gelek karên baş têne kirin. Herî dawî ji bo Kitikan hinek birkên avê hatin çêkirin ku  ew bikaribin bikevin nava avê û subay bikin.Rojnama Times ev yek kir nûçeyek û belav kir. Rojnama Times dide xûyakirin ku, bi awayek giştî kitik hij avê nakin , lê ev yek ji bo kitikên Wanê derbas nabe.Li gora nûçeya Time, Kitikên Wanê bi tenê li gel cinsên xwe ferxika tînin . Ev yek jî tenê taybetmendiyek balkêş ya van kitikan e.

Back to top button