HDPê deriyê xwe li HUDA-PARê girt
Ji bo jilbijartinên serokkomari û parlementoya Tirkiye li Bakurê Kurdistanê 5 aliyên siyasî di nava xwe de Tifaqa Kurdistanî ji bo Hilbijartina pêkanin.Di civînên ji bo pêkanina tifaqa Kurdistanî de, HAK-PAR jî amadebû, tevlî gotubêja bûn . Lê HAK-PAR civîn terikand û biryar dan bi serê xwe wek kandîdatên serbixwe bikevin hilbijartina. Tifaka Kurdistanî serdan HUDA-PAR û HDP jî kirin. Ew proses hêja berdewam e.Di raya giştî de behsa hevkariyek di nava HUDA-PAR û HDP jî dihat kirin. Yani mirov dikare bêje ku imkanek derket holê ku, bi tevlîbûna HUDA-PAR û HDPê platformek berfireh Kurdistanî bê avakirin û kurd bi wek blokekî di van hilbijartinan de xwedî helwestbin.Hatina ba hev ya HUDA-PAR û HDPê her çikas zehmet dihat dîtin jî lê ne ji derê imkana bû. HUDA-PARê di vê derbarê de peyamên erênî didan û gavek gelek erênî jî avêt. Lê mixabin heman bersiv ji HDPê nehat. Hevserokê HDPê Sezai Temelli da xûyakirin ku, di rojeva HDPê de hevkari li gel HUDA-PARê tuneye.Herweha HDP ne bi duristî nêzikî Tifaqa Kurdistanî dibe. Dê van rojan de rewşa hevkariyan taybetî helwesta HDPê zelaltir bibe.Li vê derê pirs ne pirsa destxistina çend kursiyên parlementoyê ye. Hinek siyasetmedar di nava partiyan de bê ku tiştekî bifikirin tenê hewldidin herin parlementoyê. Ev yek astenga herî mezinê ji bo pêkanina Bloka Kurdistanî.Herweha li Diyarbekirê berpirsên HUDA -PARê xwestin hevdîtinekî li gel HDPê bikin. Lê HDPê daxwaziya wan qebûl nekir. Deriyê xwe bitemamî li HUDA-PARê girt. Bê guman helwesta HDPê ne helwestek siyasî û mirovatî bû.Di vê derbarê de serokê HUDA-PARê yê Diyarbekirê got: Dema ku dijminê te jî li deriyê te xist divê tu dergehê jê re negirî, 11 partî hene ku mafê tevlîbûna hilbijartinan bidest xistine, me ji hemû partiyan daxwaz kir ku em gotûbêjan bikin, yên ku bersiva nedane HDP, CHP û MHP ne em Kurd in û dengdêrên me jî Kurd in mebesta me derbaskirina pêvajoyeke bi arami ye.”Li himber vê yekê serokê HDPê li Diyarbekir dibêje: Yên ku deng didene HUDA-PARê jî birayên me ne, em dizan in ku rojek emê ber bi hevû dû ve herin; lê divê HUDA-PAR êdî rastiya gel bibîne, divê ew ji xwe bipirsin ka çima HDP li Amedê ewqas deng distîne û ew wiha hindik distînin.”Di rastiya xwe de pirsgirêka herî mezin ewe ku, yên HDPê rêve dibin û siyaseta HDPê didin xûyakirin çepên Tirkin. Ev bingeha vê pirsê ye.