Civak

Miletê Kurd Komkujîya Dersimê Jibîrnake

Miletê Kurd Komkujîya Dersimê Jibîrnake.Di dîroka Miletê Kurd de gelek komkujî pêk hatine. Li ser van karesatan Miletê Kurd dîtin û hestên xwe hergav anîne ziman. Gava ku Kurd li dîroka xwe temaşe dikin, zulm û hovitiya dewletên dagirker eşkere derdikeve pêş. Hîna jî dewletên dagirker li ser xeta xwe ya dagirkerî, komkujî û çewsandine dixwazin berdewam bin. Lê miletê Kurd li miqabilî vê hovitiye mirovperweriya xwe parastiye û doza aşitiyê ji xwe re kiriye rêbaz.Di derbara Komkujıa Dersîmê de Melê Hesanê Kurd di helbesteke xwe de hestên xwe wilo tine ziman;“Min awir da Gelê DersimBi xwina sor bi rengdar eLi ber berqefên KûrMin dit laşen spi sar e.Keç û jinên KurdanXwe diavêtin çemê MunzirDigotin îro mirin cejneMa navên Tirk û Tatare”.Em weke PDK-T (Partiya Demokrata Kurdistana- Tirkiye) 81 saliya komkujiya Dersimê bibîr tinin û hêzên ku di vê komkujiyê berpirsyarbûn şermezar dikin. Em ji berpirsyarên vê komkujı daxwaz dikin ku lêborinê ji Miletê Kurd û Gelê Dersimê bikin. Dewleta Tirk divê fermî ji miletê Kurd lêborine bixwaze û mafê Kurdan yên netewî li wana vegerine.Partiya Demokrata Kurdistana- TirkiyêMeclîsa Navendî04 05 2018

Balkêş e ?
Close
Back to top button