Polîtîk

Bila li Diyarbekirê konferansa Aşitî, Istikrar û Biratiyê bicive

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu pêşniyarek ji bo AKPê û partiyên siyasî kir û ji wan daxwaz kir ji bo pisgirêkê heyên û ji bo pirsa kurd li Diyarbekirê konferansekî bicîvînin.Karamollaoglu ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navin bangî hukumetê kir. Serokê Saadetê di bangwaziya xwe de dibêje: Wekê ewlehiya sinoran pêkanina aramî û biratiyê jî gelekî girîng e. Em dixwazin li Diyarbekirê konferansek herêmî bête li darxistin.Bila bibe konferansa Aşitî, Istikrar û Biratiyê.Karamollaoglu dide xûyakirin ku, bila ji welatên Îslamî li gel hukumetên meşrû, grubên çekdar jî tevlî vî konferansî bibin.Herweha karamollaoglu dibêje: Konfernsa ku li Diyarbekir bicive, bila bangî hukumeta Îranê û Iraqê jî bête kirin. Lazime bengî hukumeta nawendî û ya Herêma Kurdistanê jî bête kirin.Karamollaoglu dibêje, bila nûnerên kurdên parçeyên cuda jî amade bibin, da ku pirsgirêka kurda bête gotubêj kirin.

Back to top button