Polîtîk

Civata birêvebira PDK civya û got: Diyalog çareseriye

Duhî di bin serokatiya  Mesûd Barzanî seokê Partiya Demokrata Kurdistanê  de Ciwata Birêvebir ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) civîna xwe ya normal saz kir û piştî bi dawî hatina civînê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li gor daxuyaniyê , yekemîn mijara civînê şîrovekirina rewşa siyasiya Îraqê û meseleya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê di çarçoweya destpêşxweriya serok Barzanî de bû ku, ew destpêşxerîya  bûye sedema rizgarbûna prosesa siyasiya Îraqê ji xetmandinê.
Herwesa ew pirsgirêkên siyasî û îdarî yên heta niha nehatîne çareser kirin hatin behis kurin û serok Barzanî jî hertim di hewldanê deye daku, bi aliyên peyvendîdar re wan pirsgirêkan çareser bikin.

Rewşa deverê û pêşhatin dawî û bûyerên ku, li hin welatên erebî de diqewmin û berdewam dikin jî hatin ravekirin. Li gor beşdarên civînê,  kirîza wan welatan bertengiya aqrê azadiyên kesan û civkî di warên cihê de, xwesepandin di warê îdarî û siyasî de, monopola abûrî û newrgirtina raya cemawer hokarên serke yên çêbûna vê rewşê ne. Civînê tekîd li ser wê yekê kir ku çareseriya vê kirîzê bi tenê bi rêya  diyalog, lihevtêgihiştin, dabînkirina maf û azadiyan bo netewe, ol û mezheban bi awayekî moderin çareser dibe.

Di civînê de rewşa Kurdistanê bi giştî û bûyerên ku, di wan mehên dawî de li sînorê wîlayeta Silimaniyeyê qewmîne û ew pêngavên ji bona çareserkirina wê rewşa hatine avêtin bi hûrgilî hatin minaqeşekirin.

Li gor daxuyaniya civîna PDKê, rêya herî baş ji bo çarserkrina rewşa aloza Silêmaniyê û derdûra wê diyalog û hevduqebûlkirin di çarçoveyê saziyên şeriî û qanûniyên herêma Kurdistanê de ye û ji bona vê yekê jî serok Barzanî pêngavên cidî avêtina û bernameyên minasib ji bo çaksaziyan pêşniyar kirine.
Di derbarê rewşa navxweyî ya PDKê  jî û ew pêngavên piştî kongreyê 13ê ji bo cîbicîkirina biryar û tewsiyên kongreyê hatine avêtin,  li gor daxuyaniyê, civînê tekîd li ser timamkirin û diyarkirina berpirsên sazîyên partiyê kiriey

Back to top button