Polîtîk

Na Bo Siyaseta Dagirkeriyê

  Desteyê Rêvabirina navendî (DRN) ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, di 25ê Adara sala 2018an da li bajarê Îzmîrê civiya. DRN li ser xalên rojeva xwe giftugo kir û biryar da, ku belavoka jêrê pêşkeşê bîrurayê giştî bike.Êrîşa dewleta Tirk li ser Efrînê bûye sedema kuştin û birîndar bûna sedan sîvîl û bi hazaran kes jî cî û warê bavê xwe bi cî hiştine. Êrîşa hanê bi alikariya dewletên mezin pêkhatiye û bîrurayê giştî jî derheqa êrîşa hanê bê deng mane. Serokkomarê Tirkiyê bo seranserê dinyayê ragihand, ku “emê êrîşa navçeyên din yên Kurdistana Başurêrojava jî bikin.”Hikumeta AK Partî, ku deskevtên netewî û demokratîk a gelê Kurd yên perçeyên dinê Kurdistanê li ser asayişa netewî ya Tirkiyê wekî xeter dibine, êrîş kire ser Efrînê û bi vî awayî rewşa Suriyê aloztir kir. Hikumeta AK partî îro jî gefa Şengalê dixwe û êrîşên xwe ser çiyayên Qendilê, ku bi salan berdewam e, tundtir dike.Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, carekî dinê êrîşa dewleta Tirk bo ser Efrînê mahkûm dike û carekî dinê radigihine, ku êrîşa hanê ne tenê pirsan çareser nake, her usa aloztir dike.Divê leşkerê Tirk herçi zûtir ji Kurdistana Başurêrojava derkeve, hikumeta AK Partî divê deskevtên Kurdan wekî xeter nebine û dev jê siyaseta gef xwarinê berde.Bê dengiya dewletên mezin wekî Dewletên Yekbûyî ya Amerika û Rusya û dewletên din yên Rojava alikar in li siyaseta dagirkeriya hikumeta Tirkiyê.PSK banga dewletên hanê dike, ku dengê xwe dijî siyaseta êrîşkariya dewleta Tirk bilind bikin.Em banga dezgeyên mirovî û xerxwaziyên navnetewî dikin, ku alikariya Efrîn û qurbanên êrîşa Efrînê bikin.Hikumeta AK Partî li derwayê welat siyaseteka dagîrkerî û êrişkarî bi rêva dibe û dixwaze pirsa Kurd bi rêva tundûtijiyê çareser bike. Hikumet di warê siyaseta navxweyî da mîlîtarîzmê bi hêztir dike, kar û kiryarên dema şarê sar encam dide.Bi alikariya medyayên kirêgirtî, nijadperestî, nasyonalîzma Tirk û dijminahiya Kurdan bilind dibe.Serokkomar wekî dema şerê sar radigihine, ku hinek xwendekarên zaningehê, ku jêra teslîm nebûne, “komunîst” in, “xayin” in…Bi alikariya Rewşa Awerta û Biryarname Di Hukmê Qanunê Da (KHK) dengê opozisyon têne birinê, medyayên opozisyon têne daxistin û rojnamevan têne destbiser kirinê.Bi kar anina bêjeya “aşîtî” qedexe ye, kêsên ku dijî êrîşa Efrîn û mîlîtarîzm û dagîrkeriyê derdikevin, dikevîn ber êrîşa dewletê û têne zindanî kirin.PSK carekî dinê kar û kiryarên dij demokrasiyê a hikumeta AK Partî protesto dike û banga hêzên demokrat, aşitîxwaz û welatparêz dike, ku bona azadî, aşitî û demokrasiyê destê xwe bidine hevdu.Di encama diyalog û giftugo di nava Hewlêr û Baxdayê da, firokexaneyên Hewlêr û Silêymaniye bona hatin û çûyina navnetewî vebûn. PSK bi vê yêkê kêf xweş e û biryara vekêşana hêzên PKK ji Şengalê, biryarekê rast û dirust dibine.PKK, ku bi biryara Şengalê va henceta dewleta Tirk ji destê wê girt, bona ku xebata demokratîk li Kurdistana Bakurê geş bibe, divê bê qeyd û şert agirbes rabigihine û hikumeta AK partî jî divê devjê operasyonên leşkerî û êrîş bo ser Qendilê berde û bona çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavan bavêje.Na Bo siyaseta Dagirkeriya Dewletê!Divê Rewşa Awarte û Sîstema KHK Herçi Zutir Bêne Betal kirinê.Divê herçi Zutir Rojnamevan û Siyasetmedaran bêne Serbestberdanê!27 Adar 18Partiya Sosyalîst a Kurdistan 

Back to top button