Cîhan

Rusya serokê xwe hidibijêre

Rusya ji bo serokê nû hilbijêre diçe ser sendoqê. Îro li Rusyayê hilbijartin ji bo serokkomariyê tê kirin. Li Rusya nêzikî 109 milyon dengdar hene. Dengdan îro demjimêr 08.00 destpêkir heta demjimêr 20.00 berdewame. Gelek çavder hilbijarinê dişopînin, hezaran çavderên Rusi û zêdeyî 1500 çavderên biyanî jî hilbijartinên serokatiyê li Rusya dişopînin.Ji bo serokatiya Rusyayê 8 kes di vê hilbijartinê de bûne berendam.Berendamê serokê Rusyayê: Vladimir Putin, Kseniya Sobçak, Pavel Grudinin, Vladimir Jirinovskiy, Sergey Baburin, Maksim Suraykin, Boris Titov, Grigoriy Yavlinskiy.Eger di hilbijartinê de tu berendam piraniya denga neynê, piştî 3 hefteyên din tura duyem ya hilbijartina çêdibe.

Back to top button