Li Teşkîlata Amedê ya PAKê bibîr anîna Mele Mustafa Barzanîyê nemir
Li Teşkîlata Amedê ya PAKê bibîr anîna Mele Mustafa Barzanîyê nemîr û şîna rehmetî Ali BeyköylüRoja 01.03.2018an li Teşkîlata Amedê ya PAKê ji bo salvegera 39emîn a koça dawîya Mele Mustafa barzanîyê nemir civînek hat eli dar xistin. Herweha şîna welatperwerê Kurd, kedkarê doza azadî û rizgarîya Kurdistanê rehmetî Ali Beyköylü hate danîn.Gelek telewîzyon, nûnerên partîyên siyasî û dezgehên sivîl û rewşenbîr û sîyasetmedar beşdarî civînê û şînê bûn.Bernameya PDK-Bakur ya ji bo bibîr anîna Mele Mustafa Barzanîyê nemîr û bernameya PAKê li Teşkîlata Amedê ya PAKê hate yek kirin.Endamê Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Hanifi Turan bi axaftineke kurt bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê civîn û şîn destpê kir. Paşê welatperwerê Kurd Şêx Mîzbeh fatîha xwend.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik di derbarê jiyan, têkoşîna û rola Mele Mustafa Barzanîyê nemir de û her weha di derbarê welatperwerîya rehmetî Ali Beyköylü de axaftinek kir.Piştî axaftina Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, Endamê Rêvebirîya PDK-Bakur Mehmet Konuk, Berpirsê Peywendîyên Sîyasî yê Hereketa Azadi Sitki Zîlan di derbarê rol û bîr û bawerîyên Mele Mustafa Barzanî de axaftin û ruhê welatperwerê Kurd Ali beyköylü şad kirin, sersaxî ji malbata wî û ji gelê Kurdistanê re xwestin.Piştî axaftinan welatperwerê Kurd Şêx Mîzbeh di derbarê Mele Mustafa Barzanîyê nemîr de helbesteke xwe xwend.Civîna bibîr anînê û şînê, bi axaftinên rewşenbîrên Kurd Ahmet Kasimoglu, İbrahim Güçlü, Zahit Bozarslan û İsmail Aslan yên di derbarê Mele Mustafa Barzanîyê nemîr û rehmetî Ali Beyköylü de berdewam kir. 01.03.2018Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê