Cîhan

Li Suriye têkçûna DAÎŞê wek despêka derketina wan xeter e

Rojnama Financial Times di derbarê têkçûna DAÎŞê li Suriye nivîsek belav kir û dibêje: Têkçûna DÎŞê, dê wek derketina wê li Suriye qonaxek  xeter didê despêkirin.Rojname dibêje: Bûyerên meha bûrî pêkhatîn nirxandinên pisporan rast derêxist. Ew siyaseta serokê Amerika yê berê Obama destpêkirî niha ji aliyê Trump ve jî tê rêvebirin. Siyaseta wan li Suriye şerê navxwe de tenê li ser têkbirina DAÎŞê hatiye çêkirin. Ev siyasetek teng e.Çekdarên DAÎŞê mecbur bûn xwe şûnve kişandin û ji derê bajaran di hinek herêman de asê mane. Li himber vê yekê jî meha bûrî şerên herî mezin li Suriye rûda û kuştî û birîndarên herî zêde çêbûn.Financial Times di berdewamiya nirxndina xwe de dide xûyakirin: Îsrail li Suriye êrîşê nawendên leşkerî yên Îranê kir. Leşkerin Rusi yên bi pere bombebaranên Amerikayê de hatin kuştin. Leşkerên Tirkiye ji bo milisên kurda yên ku Washington piştevaniya van dike,  ji sinor dûr bêxin ketin nava Suriye de. Di heman demê de rejima Suriye devera Guta bi giranî bombebaran kir.Rojname dibêje: Hêzên dijhev yên herêmî yên mezin ketina nava şerekî de. Dijminê hevbeş nemaye , lê ew ji bo armancên cuda hev didin ber kulman. Her nakokiyek dibe sedema şerên nû.

Back to top button