Konferansa Asayişê ya Munichê li Almanyayê dest pê dike. Serokwezîrê Kurdistanê ji bo beşdariya konferansê gihişte Munichê. Biryar e di çarçoveya konferansê de ligel çendîn berpirs û serkirdeyên cîhanê bicivin.Konferansa Munichê îsal di rojên 16 – 18ê Sibatê de li bajarê Munichê yê Almanyayê li hotêla Bayerischer Hof tê sazkirin û mijara sereke ya konferansê û babetên herî giring ên îsal, gotûbêjkirina li ser siberoj û şiyana Yekîtiya Ewropayê ya li çalakbûn û pêwendiyên ligel Rûsya û Amerîkayê ye.Ji bilî van babetan, di konferansê de ev mijar jî dê werin gotûbêjkirin:- Gefên ser sîstema niştimanî ya lîberal- Pevçûnên berfireh ên Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk- Guhertin û geşedanên rewşa siyasî ya li herêma Sahil a EfrîqayêHerwiha di konferansê de dê mijara çekwergirtin û bi taybetî jî dosyeya bernameya atomî ya Koreya Bakur were gotûbêjkirin.Di konferansê de dê zêdetirî 600 beşdar amade bibin ku di nav wan de serokên dewletan ên wek serokwezîrê Îsraîl, serokwezîra Brîtanya, serokê Ukrayna û serokê Riwandayê beşdar bibin.Herwiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Komîsyon û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê û Sekreterê Giştî yê NATOyê jî dê beşdarî konferansê bibin.Ji Herêma Kurdistanê jî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî konferansê bibe. Li gor zanyariyên Rûdawê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dê di çarçoveya konferansê de ligel çendîn rayedar û serkirdeyên cîhanî bicive. Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermî bo konferansê hatiye vexwendin û ji bo vê mebestê gihiştiye Munichê.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025