NY dixwaze danûstandinên Hewlêr û Bexdayê berfirehtir bibin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 04.02.2018ê li bajarê Hewlêrê, digel Yan Kobish şandiyê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji bo karûbarên Îraq û Elis Walbol Cîgra şandiyê taybetiyê sekreterê NY civiya û rewşa dawiyê ya têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.Di civînê de, Yan Kobish kêfxweşiya xwe li hember pêşveçûnên rewşa têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û bi taybetî ew civînên vê dawiyê li ser asta bala di navbera her du serokwezîran; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqa Federal hatine encam dan, nîşan da û berheviya xwe ji bo hevkarî û piştgiriya bi armanca civînên zêdetir di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina tevaya pirsgirêkan û bi taybetî pirsa miaşê miaşgirên Herêma Kurdistanê û vekirina balafirxanyan diyar kir.Nêçîrvan Barzanî sipasiya xebat û piştgiriya Yan Kobish yên di warê danûstandin û diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û îşaret bi wê yekê kir ku her çiqas hêşta ji bona çareserkirina pirsgrikan gelek gav mane bên avêtin, lê destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo destpêkkirina diyaloga cidîtir di navbera her du aliyan de bi destpêkek baş zanî.Çend pirsên peywendîdar bi rewşa herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê mijarên din yên civîna navbera şandiyê taybetiyê sekreterê giştiyê NY û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûn.