Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrajîm Ceferî êrîşa Tirkiyê ya ser herêma Efrînê şermezar kir.Ceferî li malpera xwe ya taybet daxuyaniyek belav kiriye.û dibêje “Em destewerdana Tirkiyê ya li herêma Efrînê ya Sûriyê şermezar dikin.”Ceferî herwiha dibêje: “Em destwerdana her welatekî di karûbarên welatekî din de red dikin, weke ku çawa me destwerdana di Başîka ya Iraqê de red kiriye.”Wezîrê Derve yê Iraqê tekezî li parastina pêwendiyên ligel Tirkiyê dike, lê belê dibêje: “Em binpêkirinan red dikin.”Li ser rewşa Sûriyê jî Îbrahîm Ceferî diyar kir ku hewlêsta niha ya Sûriyê ji berê baştir e ji aliyê serederiya ligel welatên cîhanê.Ceferî di daxuyaniya xwe de hêviyên xwe jî aniye ziman ku hikûmeta Sûriyê di hewldanên xwe de berdewam bibe ji bo yekîtiya Sûriyê û lihevnêzkirina aliyên cuda daku rewş aram bibe.
Pêş
Flaş
25/10/2026
PDK ji bo vekirina parlementoyê amade ye
Flaş
25/10/2026
Li Tirkiye krîza Fonê AKPê dihejîne..!
25/10/2026
PDK ji bo vekirina parlementoyê amade ye
25/10/2026
Li Tirkiye krîza Fonê AKPê dihejîne..!
Balkêş e ?
Close


