Cîhan
CHP kongreya xwe li dartêxe
Li Enqere 36mîn kongreya CHPê ya asayî tê li darxistin.Îro kongreya CHPê ya 36 tê li darxistin. Di kongreyê de ji bo serokê partiyê 3 kandidat hene, Kemal Kiliçdaroglu serokê partiyê cardin dibe kandîdat. Wek din parlementerê Yalova Muharrem Înce , serokê Baroya Stanbulê yê kevin Umit Kocasakal û dadwerê kevin Omer Faruk Eminoglu jî di vê kongreyê de ji bo bibin serokê CHPê kandîdatin.Di kogreyê de 1266 endam amade dibin û zêdeyî 2 hezar mêhvan jî hatine vexwandin. Slogana Kongreya CHPê “ Edalet û cesaret“e.Li Bakur, kurd jî çavrêne ku di derbarê pirsa kurd de CHP biryarekî di kongreyê de bigre. Lê li gora çavderên siyasî CHP ji vê yekê dûre û di kongreyê de tu biryar di derbarê kurdan de nayê standin.Kongre du rojan berdewam e.