Polîtîk

Kongreya Piştgirên PAKê li Awrûpayê

Kongreya Piştgirên PAKê yên li Awrûpayê li bajarê  Berlînê dest pê kirKongreya piştgirên PAKê yên Awrûpayê, li Berlîn a Bajarê Almanyayê , di roja 27.01.2018an de destpêkir. Kongre dê du rojan berdewam bike.Ji Almanya, Swêd, Holanda, Norweç, Fransa, Danîmarka û welatên din yên Awrûpa piştgirên PAKê beşdarî kongreyê bûn.Serokê Giştî  yê PAKê Mustafa Özçelik, endamên Komîteya Birêvebirîya Navendî ya PAKê Feyaz Ekmen, Kasım Ergün, Mehmet Gül jî ji welêt hatin û  beşdarî  Kongreyê bûn.Ji bo Dîwan a ku Kongreyê birêve bibe, Adnan Axacan, Selma Akar, Mahmûd Lewendî  hatin hilbijartin.Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê bû.Li ser navê Komîteya Awrûpayê ya PAKê Nimet Mumtaz Aydın axaftina destpêkê  kir.Serokê Giştî  yê PAKê Mustafa Özçelik, di derbarê rewşa giştî ya PAKê, ya  her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê axaftinek kir.Paşê  Pêşniyarîya Rojeva Kongreyê hate pêşkêş kirin. Piştî ku rojev hate qebûl kirin, li ser xalên rojevê nirxandin dest pê bû.Kongreya piştgirên PAKê yên Awrûpayê, dê roja 28.01.2018an de bi dawî bê. Di Kongreyê de dê Meclîsa Piştgirên  PAKê yên Awrûpayê bê hilbijartin.27.01.2018Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê  

Back to top button