Efrinê nekin qurbana berjewendiyên teng
Tirkiye bi hêceta ku sinorên wê tê tehdît kirin û li gora xwe rê li ber krîdorek kurdî bigre êrîşek berfireh bir ser Efrînê. Vekirî dixweyê ku Tirkiye li gel Rusya û rejima Suriye li hevkiriye û Amerika jî bi awayekî ji projeya xwe agahdar kiriye.Piştî operasyon destpêkir û Tirkiye roja yekem bi balefiran êrîş kir û roja duyem jî di bejahiyê de ket di nava axa Kurdistana Suriye de, gelek şiroveyên cuda hatin kirin. Wek pirsa Kerkûkê cardin eşkere bû ku, dewletên mezin ne li pişta kurdane, divê kurd bi dostaniyên ne rast û demikî xwe nexapînin.Dewletek wek Britanya vekirî pişgiriya Tirkiye kir, çewe ku li Kerkûkê pişgiriya Bexdayê kirî. Amerika li li Suriye kurd ji bo şerê li dijê DAÎŞê karanin. Kurda li derê sinorên Kurdistanê bi pişgiriya Amerika şerê DAÎŞê kirin. Bi hêzara ciwanên kurd li ser axa ereba jiyana xweji dest da.Gelo eger sibehê Tirkiye êrîşê herêma Cizîrê bike dê helwesta Amerika çibe nayê zanin. Îro ENKS dengek bilind bang dike û dibêje bila Pêşmergeyên Roj li gel hêzên YPGê Efrînê biparêzin. Lê hêja ji PYDê deng dernakeve.Helwesta PKKê di dagirkirina Kerkûkê de gelek xelet bû. PKKê heta radeyekî pişgiriya hukumeta Bexdayê kir û li devera Şingalê li gel Heşda Şeibî û hukumeta Iraqê kar kir û heta vê gavê jî îdara hinek deverên Şingalê li gel Heşda şeibî rêve dibe.Lê kurdên welatparêz wek PKKê nafikirin , ew dixwazin her deverî li xaka Kurdistanê xwedî derkevin û bi xwîna xwe biparêzin. Hêja ne derenge, divê PYD di cih de hemû girtiyên kurdên siyasê û endamên aliyên din yê siyasî azad bike. Pêşwaziyê li pêşniyarên ENKSê bike û kurd bi hevre milbidin milên hev parastina xaka xwe bikin.Daxûyaniya serok Barzani û serokwezîrê Kurdistanê di derbarê êrîşa Efrinê de gelekî girîng bûn. Xwezî PKKê jî berê xwe bida xeta netewî û ev erkê welatparêzî bi cih anibûya. Lê mixabin heta vê gavê jî tu ronahî naxweyê.Heta ku kurd berjewendiyên xwe yên netewî nekin bingehê helwestên siyasî rastiya xwe nabînin.Li Efrînê kurd têne kuştin, zarokên kurda dimînin di bin avahiyên diruxin de. Xelkê sivîl ji cih û warên xwe dibin û jiyana xwe ji dest didin.Ji bo Efrînê dest bidin hev û rêya xwe ya rast li ser xeta netewî bibînin.Nûçe analiz/Rojevakurd