Ilnur Çevik kesayetek bê ehlaq û erzan e
Ilnur Çevik rojnemevan, karsaz û siyasetmedareke tirk e. Kurdistana Başûr vî kesî baş nasdike. Ji ber ku demekî li Başûr wek karsazekî kar kiriye û karê xwe de serneketiye. Di dema xwe de Çevik rawêşkariya serokkomarên Tirkiye ya Suleyman Demirel û Turgur Ozalj î kiriye. Çevik niha jî rawêşkarê tayib Erdogan e.Çevik dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de gelek bernameyên televizyonî de amade bû, bi awayek hovane û nijadperestî li dijê serxwebûna Kurdistanê û referandumê axavtin dikiran. Çevik taybetî dijitiya Barzaniyan dike û hêjî bi vê yekê berdewam e.Heta radeyekî pêwendi li gel baskê YNKê yê xiyanet kirî û taybetî pêwendi li gel Pavel Talabanî danî. Pavel bi hewldanên Îlnur Çevik bi rêya Îranê hate Enqere. Çevîk bi awayek bê ehlaqî dijminetiya Barzaniyan û di kesayeta wan de dijminetiya destkeftiyên Kurdistanê dike.Mixabin ev bê ehlaqê hanê demekî li Başûr maye û kar kiriye. Hingê jî wek kesayetek tarî yê dewleta kûr kar dikira. Çevik zilamê her demiye. Niha jî bi awayek bê edebî êrîşê Barzaniyan dike.Ji bo rê li pêwendiyên Kurdistana Başûr û Tirkiye bigre kar dike, rawêjkarê Erdogane lê ji bo Îranê kar dike.Çevîk li gora mejiyê xwe yê nijadperestî tolê ji Barzaniyan distîne. Lê her gotara Çevîk zererê dide Erdogan û siyaseta AKPê li Kurdistana Bakur. Çikas kesayetên wek Çêvik gelekbin ewqas AKP li Kurdistanê denga winda dike…