Govara Der Spiegel a Almanî di nûçeyek ya xwe de dibêje ku, wezîrê derve yê Almanya Sigmar Gabriel, serê vê mehê xwestiye serdana Bexdayê bike û ji Bexdayê jî biçe Hewlêr, da ku ji bo diyaloga di navbera hewlêr û Bexdayê destpê bike.Lê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebedaî pêşniyara Sigmar Gabriel qebûl nekiriye û nexwestiye wezîrê derve ya Almanya serdana Kurdistanê bike.Herweha di heman nûçeyê de dibêje ku, Şêwirmenda Almanya Angela Merkel, bi rêya telefonê pêwendî li gel Ebadî daniye lê Ebadi cardin daxwaza Merkel jî red kiriye. Ebadi ev yek ne bi ehlaqek diplomasî kiriye û ev yek li Almanya wek sakandalek siyasî hatiye navkirin.Ev yek jî dide xûyakirin ku hukumeta Iraqê çikas ji rastiyê dûre û ji hukumetekî zeftir wek grubek mafya desthilatdariyê dikin.Bê guman ev yek jî bi pişgiriya Amerika û Britanya tê kirin.
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025