Cîhan

Raperinê destpêkir û Heşda Şeîbî direve

Heşda Şeibî milîsên Şîe û pasdarên Îranê bi hevkariya hinek xayînên kurd ketin nava bajarê Kerkûk û hinek deverên din yên Kurdistanê. Milîsên Şîe zilim li kurda kirin, kurd kuştin malên wan şewitandin û talan kirin. Eve du rojin her zordarî kirin. Alaya Kurdistanê anîn xwar û bê rêziyek mezin li himber ala Kurdistanê kirin.Ji Kerkûk û deverên din bi hezran malbat koç kirin ber bajarên din yên Kurdistanê ve çûn.Di serî de li Xaneqîn û Kerkûk û li deverên din ku Heşda Şeîbî li zilm û zordariyê dikin komek ciwanên kurd wek pêşmergeyên xwebexş gihan hev û biryara serhildanê dan. Raperînê li Xaneqîn destpêkir û gihat Kerkûkê li gelek deveran Heşda Şeîbî xwe şunve kişand.Ciwanên kurd xwe dan pêşiya tanka û otomobilên leşkerî û ala Iraqê û Heşda Şeîbî rakirin û Ala Kurdistanê bilind kirin. Dîrok da xûyakirin ku gelê Kurdistanê serhildan li himber zordara şer dikin. Li Kerkûk , Xaneqîn û li deverên din raperîn heye.Piştî serhildana xelkê Başûrê Kurdistanê li dijî çekdarên Heşda Şeibî û hêzên iraqî, îro serê sibê du taxên bajarê Kerkûkê hatin rizgarkirin. Li gorî zanayariyan, îro her du taxên Penca Elî û Şorîce yên bajarê Kerkûkê hatine rizgarkirin.https://youtu.be/FiJ6BpwGyAk

Back to top button