Salih: Nabe siyaset destwerdana zanîngeha bike
Li bajarê Silêmaniyê, Berhem Salih serokê hikûmeta herêma kurdistanê digel hijmareke mamosteyên bajarê Silêmaiyê civiya.
Di civînê de ku waliyê Silêmaniyê û rêvebirê perwerdeya Silêmaniyê amade bûn, serokê hikûmetê got ku hikûmeta herêma kurdistanê giringiyeke taybet bi geşepêdana warê perwerdeyê û dabînkirina pêdawîstiyên sçstema perwerdeyê li herêma Kurdistanê dide.
Serokê hikûmetê got ku yekem gava hikûmetê ya di warê baştirkirin û pêşxistian warê perwerdeyê li herêma kurdistanê bi avakirina xwendingehên moderin û bernameyê geşepêdna şiyanên mirovî dest pê kir.
Di berdewamiya axavtina xwe de serokê hikûmetê got ku hikûmeta herêma Kurdistanê dest bi guhertinan kiriye û dê heykelê perwerdeyê ji nû ve bê rêxistin û got ku gelek rêvebirên giştî li wezaretê û daîreyên bajêr û bajêrkên Kurdistanê bên guhertin.
Serokê hikûmetê di civîna bi hijmareke mamosteyên bajêrê Silêmaniyê re got: Em êdî em qebûl nakin ku xwendekar bê avahiyên xandinê bin û avahiyên ser bi wezareta perwerdeyê di destê partiyan de bin. Em êdî rê nadin ku hizib û siyaset destêwerdanê di karûbarên xwendekar û senterên xanidndê de bike.