Öcalan daxaza alîkariya çareseriyê ji Talebanî kir

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCDê Aysel Tugluk û parêzerê serokê PKKê Abdullah Ocalan di daxyaniyekê de diyarkirin ku wan nameyeke Ocalan gihandine Celal Talabanî.
 
Aysel Tugluk roja 15.03.2011an bi serdanek ne çaverêkirî giha Herêma Kurdistanê û wiha hat belavkirin ku serdana wê ji bo wê yekê bûye ku berpirsên Kurd ji bo şahiya Newrozê ya Diyarbekirê vexwîne. Lê Tugluk di daxûyaniyekê de ji Rûdawê re got ku wê “Ji Abdullah Ocalan nameyeke taybet ji serokkomarê Îraqê Celal Talabanî re anîbû.”
 
Tugluk di serdana xwe ya ji nişka ve ku du rojan berdewam kir, li Silêmaniyê Talabanî dît û derbarê wê hevdîtinê de agahî dan Rûdawê: “Min nameyek taybet ji birêz Abdullah Ocalan ji Celal Talabanî re anîbû.”
 
Hevseroka KCDê derbarê naveroka wê nameyê de wiha axifî: “Bi hestkirina bi rolê Talabanî yê giring û karîna dîplomasî, birêz Ocalan daxwaz kir ku Talabanî karînên xwe yên ji bo çareserkirin û dîtina fikrek hevpar di nav Kurdan û dewleta Tirk de bixe tevgerê.” Tugluk derbarê bersiva Celal Talabanî ya ji bo wê nameyê de jî got: “Talabanî xweşhaliya xwe anî ziman û diyar kir ku ewê ji niha û pê de hemû karînên xwe ji bo nêzîkbûna herdu aliyan bixe tevgerê.”
 
Berpirsekî Kurd ku nêzîkê Kongreya Civaka Demokratîk e, derbarê serdana Aysel Tugluk a bo Herêma Kurdistanê de got: “Ji bilî ku serdana Tugluk gihandina nameya Ocalan a bo Talabanî bû, di heman demê de KCDê daxwaz ji Talabanî û berpirsên Kurd kir ku di hilbijartinên parlamentoya Tirkiyê de bêalîtiyê biparêzin û daxwazê ji dengderên Kurd nekin ku dengê xwe bidin AKPê.” Lê Aysel Tugluk red kir ku di wê derbarê de ligel Talabanî û berpirsên din ên Herêma Kurdistanê axivî be: “Ew mesele di rojeva civîna me de nebû.”
 
Tevî ku biryar bû Aysel Tugluk serdana Hewlêrê jî bike, lê piştî temambûna hevdîtina li Silêmaniyê, ew yekser vegeriya. Tugluk diyar kir ku ji ber sedemên ‘teknîkî’ neçû Hewlêrê û di vê derbarê de got: “Di bernameya min de hebû ez serdana Hewlêrê jî bikim, lê ji ber serdana min a ji bo Herêma Kurdistanê du rojan paş ket, herwiha ji ber hatina cejna Newrozê û hatina hêjmarek zêde ya mêvanan bo Diyarbekirê, divabû ez zû vegerim. Vê yekê jî wiha kir ku beşek ji bernameya serdana xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê cîbicî nekim.”

Nerîna min :