Dosya

Daxweyaniya Bizava Ashtiya Navxweyî-BAN li ser referandûmê

Referandûm pêvajoyek demokrasiye bi saya wê gelên cihanê îrada xwe bi azadî diyrdikin. Ji sala 1846 heta niho hejmrek mazin ji dewletan, di encama referandûmê de, ji hev cudabûne û serbixwe bûne, wek Liberia 1846, Suêd û Norvecê ( 1905) ; Cezaêr û Fransa (1962); Dewletên Yekitiya Sovyetî û Federasyona Yugoslaviya. Mafê gelê Kurdistanê ji wek her gelekê, heye ku bo carenûsiya xwe referandumê bikarbîne. Ev maf digonje di gel misaqa Netewên Yekgirtî (bend 1 xal 2), di gel hejmarek mazin ji peymanên navnetewî, di gel prensîpên sharistanî ku destora îraqê jî tekez li ser diket, digel prensipên ayinî, exlaqî û felesefî. Evro 193 Dewlet endamin di saziya Netewên Yekgirtî de, gelo boçi Kurd nebin Dewleta 194, bo çi ev dijîtî bo dewletbûna gelê Kurdistanê heye? Ev bûn sed sal ku Dawletên Rojhelata- Nnvîn nekarîne Demokrasiyek rasteqîn bicih bikin. Lewma tundrewî, binpêkirina mafên microvan, aresheyên siyasî, civakî, aborî, ceng û qeyran her berdewamin. Em dipirsin gelo ma Dewmeta kurdî bûye sebebê van arêsheyan û qeyranan ? Serxwebûna Kurdistanê na bîte sebebê arêsheyên nû, bi belevajî dê bibîte sebebê kêmkirina arêsheyan, dê bite sebebê ashtî û aramiyê û dê tundrewiyê û tundutujiyê di Rojhelata -Navîn de kêm biket, herwesan dê xetera tondrewîyê li ser cihanê û li ser Ewropa kêm bibê. Em wek Bizava Ashtiya Navxweyî-BAN banî Hukmeta Bexdayê , Tirkiye, Îranê , Amerika, Rusya, dewletên Ewropî, Netetewên yekgirtî û Dewletên Erebî dikin ku bi diligeshî û keyfxwshî û gora prensipên mafên gelan, pêwshwaziyê li referanduma serbixwebûna gelê Kurdistanê bikin. BAN bi vê delivê bi taybetî ji hemo partî û hêzên Kurdistanê û ji gelê Kurdistanê tika dike ku li ser pirsa referanduma serbixwebûna Kurdistanê tibabin û dest ji nakukiyên hundurî berdin û li 25 ilonê, bi Ashtî û aramî, bi erênî deng bidin. Bizava Ashtiya Navxweyî- BAN Hewlêr li 19.09.2017

Back to top button