PolîtîkReferandum

Behsa qonaxên siyasî li Kurdistanê hate kirin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja 20.09.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêwazî li Matgez Wolter balyozê nû yê Holendayê li Îraqê û şandeya diplomasiya pê re kir û di civînekê de balyozê nû yê Holendayê got ku wî seredana kampên koçber û penaberan yên li Herêma Kurdistanê kir û rola xelk, hikûmet û pêmergeyê Kurdistanê di warê rûbirûbûna terorê, pêşwazîkirin, hewamdin û parastina wê hijmara zêde ya koçber û penaberan de bilind nirxand.Di civînê de behsa hokarên biryara encamdana referendûmê  ji aliyê serokatiya siyasiya Herêma Kurdistanê ve hat kirin û di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re behsa qonaxên siyasiyên Herêma Kurdistanê digel aliyên oposizyona pêş jinavbirina rijêma Basê û digel hukimdariya niha ya li Bexdayê kir û got ku di hemû rewşan de hevbeşiya rasteqîne nehatiye bi cî kirin. Serokwezîr tekîd kir ku armanc ji referendûmê gelê Kurdistanê paşeroja xwe diyar bike û got ku divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyaloga cidî, bi navbeyniya civaka navdewletê, dest pê bike.Nêçîrvan Barzanî behsa şerê dijî terorîstên DAÎŞê û hevahengî û hevkariya navbera pêşmerge û arteşa Îraqê kir got ku wê hevkarî û hevahengiyê destkeftiyên baş û berhemdar  di şerê dijî terorê de bidest xistin. Pêşmergeyê Kurdistanê digel arteşa Îraqê û civaka navdewletî ji bo jinavbirina metirsiya DAÎŞê li deverê, berdewam dibe. 

Back to top button