Wezîrê Dewletê yê Erebîstana Siûdî Samir Sebhan daxwazek pêşkeşî Serok Barzanî kir û xwest, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li gel Iraqê navbeynkariya navdewletî qebûl bike.Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Welatê Kendavê yê Erebîstana Siûdî Samir Sebhan li ser navnîşana xwe ya Twîtterê nivîsek parve kir û got: “Daxwazê ji Serok Barzanî dikim, ku bi hîkmet û zîrekiya xwe, ji bo çareseriya qeyranan navbeynkariya navdewletî û bi taybetî jî ya qebûl Neteweyên Yekgirtî bike û Iraqê ji qeyraneke din rizgar bike.”Ev gotinên Samir Sebhan di demekê de ye ku roja 16ê Îlona 2017ê, wî bi xwe li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêrê hevdîtinek kiribû.Di hevdîtinê de Sebhan behsa berdewamî û pêşxistina dostaniya dêrîn a navbera Erebistana Siûdî û Kurdistanê û amadebûna welatê xwe bo navbeynkarî û zemînsaziya gotûbêja ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan dabû.Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî balkişandibû ser pêwendiyên dîrokî yên navbera Erebistana Siûdiyê û Kurdistanê û diyar kiribû, ku Herêma Kurdistanê ti car derî bi ser diyalog û gotûbêjê de negirtiye. Rûdaw
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025