Wezîrê Britanî ji bo referandumê li Kurdistanê ye
Wezîrê Dewletê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn ê Brîtanyayê, Alistair Burt serdana Hewlêr kir. Biryara piştî hinek hevdîtina wezîrê Brîtanî di derbarê referanduma serxwebûnê de dîtina welatê xwe eşkere bike.Wezîrê Britanî ji aliye Felah Mustafa berpirsê pêwendiyên hukumeta Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin û hevdîtinek pêkain.Wezîrê Britanî li gel serokê Kurdistanê û hinek berpirsên hukumî hevdîtina dike. Piştî civînê Felah Mustafa û Alistair Burt konferansek rojnemavanî li darxistin.Alistair Burt di konfranseke rojnamevanî got ku, ew dê di civînên xwe yên li gel rayedarên Kurdistanê de, gotûbêjê li ser mijara referandumê bike û nêrîn û helwesta Brîtanya derbarê vê mijarê de jî bigihîne berpirsên Kurd.Felah Mistefa jî di vê konfransa rojnamevanî de diyar kir, Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe yên dostane yên bi Brîtanyayê re pêş bixe û pesnê rola Brîtanya ji bo alîkarîkirina Hêza Pêşmerge û awareyan da.