Cîhan

Du welatên din nûnertiya xwe vedikin

Hikûmeta Kurdistanê daxûyakrin ku, Ukrayna û Srîlanka biryar dane nûneratiyên xwe li Kurdistanê vekin.Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxûyaniyeke nivîskî de ragihand,  Ukrayna û Srîlankayê biryar dane, ku konsulxaneyên fexrî li Herêma Kurdistanê vekin.Fermangeha Pêwendiyên Derve herwiha diyar kiriye, ku wan jî ji aliyê xwe ve weke aliyê pêwendîdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê bi vekirina nûneratiyên her du welatan li Kurdistanê dane.Di daxuyaniya Fermangeha Pêwendiyên Derve tê gotin, di çarçoveya siyaseta Herêma Kurdistanê ya bo pêşxistina pêwendiyên derve û piştgirêdana bi prensîpa dergehên vekirî di rûyê civaka navdewletî de, û piştî razîbûna hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, biryar hat dan, ku rê bi vekirina konsulxaneyên fexrî yên her du welatên Komara Ukrayna û Komara Demorkatîka Sosyalîstî ya Srîlankayê li Herêma Kurdistanê were dayîn.Li gorî daxuyaniyê, bi vekirina wan konsulxaneyan, hejmara nûneratiyên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê bo 38 nûneratiyan zêde dibe.Bê guman vekirina nûnertiya welatên cîhanê li Kurdistanê gelekî girînge. Taybetî di vê pêvajoya ku Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe vekirina nûnertiya welatan wek pişgiriya prosesa serxwebûna Kurdistanê jî tê nirxandin.

Back to top button