Goran nayê bin bar û lîstokê bi demê re dike
Kovara Çavdêr a n;zik’ YNK, di nivisekî de îdia dike ku, Tevgera Goran ji helwesta xwe ya ji bo aktifkirina parlementoyê vekişiyaye.
Çavder diyar dide xûyakirin ku, dema heyeta YNKê serdana Tevgera Goran kirî û di civînên navbera YNK û Goran de pêkhatin de, YNK Tevgera Goran di derbarê aktif kirina parlementoyê de agahdar kiriye.
Tê zanîn ku, ji bo pirsa referandumê Goran çalakkirina parlementoyê wek mercek dida pêş. PDKê ragihand ku ew amadene ku bi hemû awayî parlementoyê aktif bikin.
Kovara Çavder di nivîsa xwe de cih daye nêrînên çavdêreke siyasî û navê wî eşkera nake û amaje bi vê yekê dike ku hewldanên aliyan û YNKê yên ji bo rakirina astengiyan di navbera aliyan û aktîf kirina parlamentoyê de encamên baş derxistine holê, bi zelalî diyare ku Tevgera Gorran nayê bin bar û lîstokê bi demê re dike.
Herwaha ew çavdêr dibêje Gorran daxwazên xwe jî vegohertiye, berê bê merc digo bila parlamentoya Kurdistanê bê aktîf kirin û ji vê paşde gav avêtiye, ev yek jî ziyanê digehîne rewşê û hemwelatiyan.
Herwaha tê gotin, ‘’Eger Gorran her wisa bê deng bimîne, ev dûr nabîne ku parlamento bê Tevgera Gorran dê bê aktîf kirin.’’ Berdewamê de tê gotin: ‘’Çend parlamenter û berpirsên Gorran wek anarşîstên hemberê xwe bişkînin propaganda dikin, herwaha li gel hizra ‘’Yan li gel me bin, an jî dijminê me bin.’’ Helwêst diyar dikin, ev yek jî bi ti awayekê azadiya biryar û ramanê nahêle.’’