Serok Barzani nameyek ya sersaxiyê ji xanima Edit Kochera, hevjîna rojnamevan û nivîskarê Fransi Chris Kochera re rêkir.Ev jî peyama serokê Kurdistaniyê:Ji bo xanima Edit KocheraBi bihîstina nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz û dîrokzan û nivîskarê mezin Chris Kochera gelek xemgîn bûm.Bi navê xwe û hemû xelkê Kurdistanê serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêşî we û kesukar û heval û dostên xwedê jêrazî Chris Kochera dikim.Ew dostekî mezinê gelê Kurdistanê bû û bi sedema nivîs û kitêb û lêkolînên wî yên di derbarê Kurd û Kurdistanê rolekî mezin li nasandina Kurd bi cîhana derve da hebûye. Chris Kochera naveke herdem li bîranîn û dilê gelê Kurd de dimîne û ked û karên wî yên mezin bi taybetî li ser dîrok û rewşa siyasî û cografya Kurd û her wiha rola we jî wekî hevjîn û hevkarê Chris Kochera bi cîh gihandina kar û berhemên wî cihê pesn û pêzanîne.Hevbeşê xema we me û ji xweda hêvîdarim sebir û aramiyê bi we bibexşê û ruhê wî şad bê.Mesûd Barzanî04.08.2017
Pêş
Flaş
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
01/07/2025
Serokê şeredariya Îzmirê yê berê hate binçavkirin
01/07/2025
Li Kerkûkê teqînên bi hêz çêbûn
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Husiyan fûze avêtin Îsrail28/06/2025